Lînkên eksesibilîtî

Nauert: Îdiayên Ser Darbeyeke Dijî Tirkîyê Komîk In


Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert ser îdiayên Tirkîyê, ku dibêje Washington dijî Enqerê plana darbeyê dike, got ku ‘’komîk’’ e.

Ser pirseke rojnamevanekî Nauert dîyar kir ku wan berê jî ji Tirkîyê ‘’heman çîrok’’ bihîstîye.

‘’Hemî eynî çîrok in. Ezê daxuyanîya xwe ya berê dubare bikim. Tê gotin ku em dijî Tirkîyê di hewildana darbeyekê de ne, îdîayeke pir komîk e. Pêşnîyaza min bo we, vê mijarê ji Wezareta Dadê bipirsin.’’ Nauert got.

Nauret da zanîn ku peywendîyên di navbera welatan de dişibin zewacan û ew peywendî xirab jî dibin baş jî.

Berdevka Wezareta Derve bi berdewamî dîyar kir ku Tirkîye endama NATO ye û peywendîyên wan bi wî welatî re xurt in.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG