Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Washington Derbarê Dadgehkirina Nû ya Navalny Rûsya Şermezar Dike


Peyvdarê Wezareta Derve ya Amerîka Matthew Miller
Peyvdarê Wezareta Derve ya Amerîka Matthew Miller

Amerîka roja Înê, cezayê nû li dijî lîderê opozisyona Rûsî, Alexey Navalny, ku 19 sal cezayê girtîgehê lê birîbû ji ber "tundrewiyê" şermezar kir.

Peyvdarê Wezareta Derve ya Amerîka Matthew Miller di daxuyaniyekê de got ku "Amerîka biryara dadgehkirina nû" ya li dijî Navalny şermezar dike, ku li ser bingeha "sûcdarkirina bêbingeh ya tundrewiyê" ye, û ew wekî "dawiyek nedadwerane ya darizandinek neheq" dibîne.

Matthew Miller di hesaba xwe ya twîterê de hevsozî ji bo xanim, malbat, hevkar û piştgirên Alexey Navalny da diyar kirin, û daxwaza demûdest ya serbes berdana Navalyn kir.

Wezareta derve ya Amerîka di malpera xwe ya fermî de, li ser navê peyvdar Matthew Miller daxuyaniyek rojnamegerî weşand û reftarên Kremlinê yên bi vî awayî şermezar kirin.

Daxuyanî dibêîje, bi salan, Kremlin hewil dide ku Navalny bêdeng bike û rê nade ku daxwazên wî yên şefafiyê û lêpirsîna berpirsiyariyê bigihin gelê Rûsyayê.

Rayedarên Rûs bi pêkanîna vê darizandina dawî bi veşartî û sînor danîna li hember parêzerên wî ku nikatrin xwe bigihînin belgeyan ji bo parastinê. Careke din desthilatdarên Rûs, nîşan da ku wan ti binemayek jibo dozê ti neye û ew ne bi rêyên qanûnî li hember kesên ku diwêrin rejîmê rexne bikin tev bigerin.

XS
SM
MD
LG