Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberê Opozisyona Rûsyayê yê Zindankirî Navalny Xelata Sakharov Werdigire


Parlemana Ewrupî xelata herî bilind ya Yekîtîya Ewrupayê jibo mafên mirov da rêberê opozisyona Rûsî yê zindankirî Alexey Navalny jiber helwestên wî hember desthilata Serok Vladmir Putin.

Qanûndanerên YE roja Çarşemê ragihand ku Navalny wergirê Xelata Sakharov ya Azadîya Ramanê ye. Ev xelat li ser navê çalakvanê Sovyetê Andrei Sakharov hatîye danîn.

Navalny yê 45 salî niha cezayê du sal û nîvê di zindanê de dike. Desthilatdarên Rûsyayê dibêjin ku Navalny di zindanê de ye jiber ku wî mercên cezayekî xwe yê sala 2014'an binpê kiribû. Navalny dibêje ku ew ceza jî bi bandoreke sîyasî hatibû dayîn.

Hêjayî gotinê ye ku her du keçên Kurd yên Êzîdî, Nadîya Murad û Lamîya Hecî Beşar, ku ji alîyê DAIŞê ve hatibûn revandin, sala 2016’an xelata Sakharov wergirtibû.

XS
SM
MD
LG