Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rikeberê Putîn, Navalny Nikare Beşdarê Hilbijartinan Be


Alexei Navalny
Alexei Navalny

Serokê rikeberîya Rûsya Alexei Navalny dîyar kir ku bo hilbijartina serokomarîyê pejirandina pêdivî ya pêşî wergirtiye.

Navalny, ku rikeberê Putin e, do Yekşemê piştgirîya 742 kes sitand. Bo berbijarîya qanûnî destpê bike piştgirîya 500 kes pêdivî ye.

Medya Rûsî ji zarê Komîsyona Hilbijartina Rûsya ragihandibû Navalny bo berbijarîyê nikare serlêdanê bike û dîyar kiribû ku sedema vê jî cezaya hepsê ye ku wî sitandîye.

Cezaya hepsê ya Navalny hatibû rawestandin û ew îdia dike biryara dijî berbijarîya wî sîyasî ye.

‘’Li vî welatî bo Putin û desthilata wî piştgirîyeke berfireh tuneye. Ger ew bo berbijarîya hilbijartinê neyê pejirandin. ewê hilbijartinê boykot bike,” Navalny yê 41 salî got.

Wî da zanîn ku Alîgirên Navalny, Moskow û St. Petersburg jî di nav de li gelek bajarên Rûsya xwepêşandan li dar xistibûn.

Hilbijartina serokomarîya Rûsya dê di Adara 2018’an de li dar keve û li ber e k udi hilbijartinê de Putin bi ser keve.

Navalny, par jiber rêvebirina xwepêşandanên komî 3 car ketibû girtîgehê.

Anket nîşan didin ku piştgirîya bo Putin 80 ji sedî ye, lê Navalny jî piştî rêvebirina kempeyna xwe rêjeya piştgirîyê pirtir dike.

XS
SM
MD
LG