Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Navalny Banga Protestoyên Dijî Şer Dike


Rikeberê Kremlînê Alexei Navalny, ku di girtîgehê de ye, banga protestoyên dijî şer kir.

Navalny ji welatîyên Rûsya xwest ku roja Yekşemê li Moskow û bajarên din dijî şer protestoyan li dar xin.

Ji hesabê Instagramê yê Navalny, li ser navê wî bo Serokê Rûsya Vladimir Putin ‘’dîn û manyak’’ hat nivîsîn.

Rikeberê Kremlînê ji welatîyên Rûsya xwest ku di dawîya hefteyan de herin protestoyên dijî şer û li hember kuştinan bisekinin.

Rûsya di 24’ê Sibatê de dest bi Ukrayna kir ku li gor ajansa nûçeyan ya Reutersê li Rûsya ji wê çaxê heta niha bi qasî 14,000 kes di protestoyên dijî şer de hatine desteser kirin.

Navalny, ku par hatibû girtin, bi rêka parêzer û alîgirên xwe postên li ser medya civakî belav dike.

XS
SM
MD
LG