Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reberê Opozîsyona Rusî Navalny ji Nexweşxaneyê Derket


Reberê opozîsyona Rûsî Aleksei Navalny pişti dermankirina mehekê ji nexweşxane ya Berlînê hat derxîstin.

Doktorên wî da zanîn ku ew e dikare bi temamî ji gaza kîmyayî ya dema Sovyetê rizgar bibe.

Navalny, ji du hefteyan zêdetir di komaya bi bijişkî hatibû xistin û girêdayî alava oksîjenê bû. Endamên koma bijîşkî yên Navalny, bi sedema jahrkirina wî Kremlinê tawanbar kiribû, lê karbidestên Rûsî ew îdia bi tundî red dikin.

Navalny bi 32 rojan li nexweşxaneya Charite ya Berlînê hat derman kirin û ew 24 ji wan rojan di bin çavderîya krîtîk de bû.

Doktorên Navalny didine zanîn ku ewê hin demeke dirêjtir li Almanya bimîne ku dermankirina xwe bidomîne.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Navalny rexnegirekî xurt yê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin e û ew meha borî nexweş ketibû û di 20'ê Tebaxê de bo dermankirinê ji Almanya re hatibû birin.

Pisporên çekên kîmyayî yên Almanya gotibûn ku test nîşan didin ku Navalnyê 44 salî bi gazeke ji dema Sovyetê hatiye jahr kirin. Testên ku navenden zanistî yên Swêdî û Fransî ji jahrkirina wî piştrast kiribûn.

Rûsya tevlîbûna Kremlin ya jahrîkirina Navalny red dike û Almanya jibo nedana delîlên di derbarê jahrkirinê de tawanbar dike.

Berlîn ji bi bîr dixe ku Navalyn berî ku were Almanya, 48 saetan li nexweşxaneya bajarê Omskê ya Siberya mabû, loma divê di destê doktorên Rûsî de nimunêyên bijîşkî yên Navalny hebe.

XS
SM
MD
LG