Serokê Amerîkayê Donald Trump di peyameke xwe de ku roja Yekşemê di platforma Truth Social de weşand got ku hevdîtinên di navbera Amerîkayê û Îranê de "bi rêkûpêk, berhemdar û avaker" dimeşin û Washington ji bo gihîştina peymanekê ne bi lez e.
Trump tekez kir ku heta peymaneke dawî, pejirandî û îmzekirî neyê bidestxistin, siza û zextên li ser Îranê dê berdewam bikin.
"Divê herdu alîyan dem hebe û da ku peyman bi başî bimeşe, şaşê neyên kirin! Têkilîya me bi Îranê re pir rêkûpêk û berhemdartir dibe. Lê divê ew (Îran) fêm bike ku ew nikarin bibin xwedî çekên navokî," Serok Trump got.
Di beşek din a peyama xwe de, Serok Trump careke din bi tundî rexne li peymana navokî ya 2015an girt û ew wekî "yek ji peymanên herî xirab ên dîroka Amerîkayê" bi nav kir. Trump got ku peymana ku di bin serokatiya Barack Obama de hatiye îmzekirin rê li ber Îranê vekiriye ku çekên navokî bi dest bixe û tîmê rêveberiya Obama wekî "amator" bi nav kir.
Peymana navokî ya 2015an bi Îranê re, peymanek di navbera Îran û şeş hêzên cîhanê (Amerîka, Brîtanya, Fransa, Çîn, Rûsya û Almanya) de bû.
Îranê qebûl kir ku bernameya xwe ya navokî sînordar bike û destûrê bide lêkolerên navnetewî, û di berdêla wê de gelek dorpêçên aborî yên navneteweyî li ser Îranê hatin rakirin.
Di sala 2018an de, Donald Trump di serdema desthilatdarîya xwe ya yekem de Amerîka ji peymana navokî ya Îranê vekişand, û got ku ew peymanek pir qels û lawaz e ku bernameya navokî û mûşekî ya Îranê û bandora wê li Rojhilata Navîn rawestîne.
Di daxuyanîya xwe ya Yekşemê de, Trump tekez kir ku danûstandinên niha yên rêveberîya wî bi Îranê re "bi tevahî berevajî" peymana berê ne.
Serok Trump her wiha got ku divê her du alî bi baldarî danûstandinan bidomînin da ku ji "her xeletiyê dûr bikevin. Divê Îran fêm bike ku destûr nayê dayîn ku çekên navokî pêş bixe an bi dest bixe."
Trump spasîya welatên Rojhilata Navîn kir ji bo piştgirîya wan ji bo danûstandin û hevkarîya bi Amerîkayê re, û behsa peymana Îbrahîm kir, wî got ku ew dikarin di pêşerojê de Îranê jî di nav xwe de bigirin.