Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Cîhanê û Îran Dest bi Danûstandinên Navokî Dikin


Hêzên cîhanê û Îran dest bi danûstandinên du rojî yên li ser programa navokî ya Tehranê kirin.

Danûstandin îro Înîyê li bajarê Almaty ya Qazaqistanê, li navbara 5 endamên herdemî yên Civata Ewlekarîya Neteweyên Yekbûyî, Almanya û Îranê destpê kirin.

Berdevkekî Berpirsa Sîyaseta Derve ya Yekîtîya Ewropa ji rojnamevanan re got, Yekîtîya Ewropa bi hêvî ye ku Tahran bi erênî bersîvdana pêşnîyara meha Sîbatê bide.

Li gor wê pêşnîyarê, divê Îran kargeha xwe ya navokî bigire û uranyuma dewlemendkirî ji destê xwe derxîne. Li hember wê biryarê, toleyên aborî dê bêne sist kirin û Rojava jî rê bide Îranê ku hin berhemên xwe bifroşe derveyê.

Danûstandêrê navokî yê serekî yê Îranê Saîd Celîlî do Pêncşemê daxwaz ji hêzên cîhanê kir ku pênasînê bi mafê Tehranê ya dewlemendkirina uranyumê bikin.

Amerîka û hevalbendên wê Îranê tawanbar dikin ku Tehran jibo çêkirina bombeyên navokî uranyumê dewlemend dike. Lê, Îran berdewam dîyar dike ku bernama wê ya navokî jibo mebestên aştîyane ye.

Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry jî bang li Îranê kiribû ku îsbat bike programa wê ya navokî jibo mebestên aştîyanê ye.

Gruba 5+1 ji Amerîka, Îngîltere, Fransa, Rûsya, Çîn û herwiha ji Almanyayê pêk tê.
XS
SM
MD
LG