Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koreya Başûr Pênasînê Dike Pyongyang Hazirîya Ceribandina Navokî Dike


Tê ragihandin ku Koreya Bakur hazirî dike li dijî toleyên aborî yên navnetewî, ceribandineke navokî û muşekan bike.

Tevî ku Seul û Washington bi fermî xem û fikarên xwe dîyar dikin ku Koreya Bakur dike ku muşekên biceribîne.

Hikûmeta Koreya Başûrî herwiha pênasînê dike ku Pyongyang dikare ceribandina çaran ya navokî bike.

Qanûndanêrên Koreya Başûrî îro Duşemê li Parlemantoya Netewî ya Koreya Başûr kom bûn û ji Wezîrê Yekkirina Koreyan Ryoo Kihl-jae daxwaz kirin ku li ser liv û kiryarên navokî agahdarî bide wan.

Ryoo dibêje, “hin nîşane hene” ku Koreya Bakur li kargeha Punggye-ri amadekarîya navokî heye. Lê,wî got ku ew nikare pirtir şîroveyan li ser vê mijarê bike.
XS
SM
MD
LG