Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeh Deh Sal Cezayê Zindanê li Serokwezîrê Berê yê Pakistanê Şerîf Dibire


Newaz Şerîf û qîza wî Meryem
Newaz Şerîf û qîza wî Meryem

Dadgeheke Pakistanî bi sedema dizî û pere xwarinê, îro Înê deh sal cezayê zindanê li serokwezîrê berê Nawaz Şerîf birî.

Dadgehê herwiha 10.5 mîlyon dolar ceza li Şerîf birî, bi sedema ku wî eşkere nekiriye çawa wî û zarokên wî çawa karîne xanîyekî biranbuha ya li dervayê Pakistanê kirîye.

Dadgeha taybet ya tawanên bertîlê, keça Şerîf, Meryem jî bi heft zal zindanê ceza kir û $2.5 mîlyon dolar cezayê diravî jî da wê, bi sedema ku para wê jî di xanîyê malbatê de heye.

Dozger Serdar Muzaffar Abbasî li pêş dadgehê ji nûçegîhanan re got ku wî ferman daye ku hikûmet dest deyne hemî mal û mulkên Şerîf.

XS
SM
MD
LG