Dadgeheke Pakistanî îro Çarşemê biryara berdana Serokwezîrê berê yê zindankirî Nawaz Şerîf û qîza wî da û cezayê wan ku di Tîrmehê de ji hêla dadgeha nizimtir hatibûn dayîn, cemidand.
Ew biryar ji alîyê piştevanên Şerîf, ku li ber avahîya dadgehê civîbûn, şabûneke mezin hat pêşwazî kirin.
Dadgeha Bilind ya Îslamabad cezayê 10 sal zindanê jibo Şerîf û 7 sal zindanê bo qîza wî Meryem cemidand, ku jiber bertîl û pere xwarinê dabû wan.
Niha hember cezayên ku hatine dayîn, dozeke pêdaçûnê di heman dadgehê de berdwam dike, lê dadwer biryar da ku dema doza wan berdewam e, Nawaz û keça wî demûdest werin berdan.
Şerîf ku sê caran serokwezîrî kiribû, di Têrmeha 2017’an de ji desthilatê hatibû ladan û Dadgeha Destûrî ew ji sîyasetê qedexe kiribû.
Wî di 13’ê Tîrmehê de, dema ji Londonê, ji serdana hevjîna xwe ya pir nexweş vegerîbû welêt, hatibû girtin.