Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Necat Zivingî: Helbestên Klasîk yên Kurdî Deryayeke Bê Ser û Bin E


Helbesta Kurdî ya klasîk ji serdemeke dûr û dirêj paşguh maye û bi tenê di nav pirtûkên feqe û melên Kurdan de mabû.

Lê, piştî şoreşa medya civakî, êdî hin gêncên Kurd berê xwe dan ew kanîya zelal ji helbestên Kurdî û xwestin ku nûjen bikin û li înternetê belav bikin.

Helbestvan Necat Zivingî yek ji wan xemxwarên e ku wêjeya resen bi dengê xwe û montaja xwe helbestên Melayê Cizîrî, Ahmedê Xanî, Feqîyê Teyran û Melayê Batî li ser Youtube belav dike û xwe digîhîne gelek kesan.

Zivingî di 1982'yan de, li Gundê Zivinga Hebizbiniyan ji dayik bû. Piştî 6 – 7 salên xwe li gund derbas kir, malbata wî ji mecbûrî koçî bajarê Êlihê (Batman) kir û heta zanîngehê li Êlihê ma.

Di sala 2002'yan de çû “Zanîngeha Kocaelî” û li wir “Fakulteya Huqûqê” xwend. Di sala 2007'an de çû bajarê Amedê û dest bi parêzeriyê kir. Heta sala 2009'an li ser medreseyên Kurdistanê lêkolîn kirin. Ev lêkolînên xwe di rojname, radyo û televîzyonan de pêşkêş kirin. Ew di sala 2009'an de çû bajarê Stenbolê û demekê li wir parêzerî kir.

Di weşanên cuda de bi navê xwe û bi nasnavan cuda, gotarên Kurdî û Tirkî nivîsîn. Demekê weşankariya hinek kovaran kir.

Zivingî li Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê û ya Alparslanê li Mûşê di beşa ziman û çanda Kurdî de master qedand, li Zanîngeha Anadolu beşa civaknasî xwend.

Heta niha 3 berhemên wî yên Kurdî hatine çap bûne:

1- Zembîlfiroş, 2012

2- Stêrkên Edebîyata Kurdî, 2014

3- Zana û Rewşenbîr Evdirehîm Rehmî Hekkarî, 2015

Jibo guhdarîkirina helbestan, hun dikarin serdana kanala wî ya Youtube bikin: https://www.youtube.com/channel/UC1CzsJE92UjB1KEZ3JTAgZQ

please wait

No media source currently available

0:00 0:25:48 0:00

XS
SM
MD
LG