Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) îro Duşemê ragihand ku wê serokwezîrê niha Nêçîrvan Barzanî ji posta seroktîya Herêma Kurdistana Îraqê re berbijar kiriye.
PDK'ê herwiha ragihand ku Mesrûr Barzanî ji wek kandîdîde posta serokwezîrîya Herêma Kurdistanê hatiye destnîşan kirin.
Di hilbijartinên dawî de PDK'ê 45 kursîyên ji 111 kursîyên heyî bi dest xistibû û bûbû partîya yekê. Ew pêdivîya 11 dengan e ku bi serê xwe hikûmetekê nû ava bike.
Rêberê PDK'ê Mesûd Barzanî di Mijdara sala borî de, piştî referanduma serxwebûnê ya têkçûyî dest ji seroktîya herêmê berdabû û heta niha posta wî vala mabû.
Peywendîyên navbera Îraqê û Herêma Kurdistanê piştî wê referamdumê xirabtir bûbûn, lê bi hatina Adil Abdul Mehdî ew têkîlî ber bi başbûnê ve çûbûn.