Serokwezîrê demkî yê Libnanê Necîb Miqatî roja Şemiyê bi serdaneke fermî tevî Wezîrê Derve Ebdulah Bou Hebîb çû Sûriyê, ev serdan ser vexwandina rêberê rêveberiya nû li Şamê, Ehmed El Şer'i pêkhat.
Ev yekem serdane ji aliyê karbidestekî Lubnanî ve bo wî welatî tê encamdan piştî rûxandina rêjîma Beşar Esed di 8'ê Kanûna Duyê de.
Rojnameya El Exbar ya Lubnanî ragihand ku armanca serdanê hevahengiya li ser hin dosyayên ewlekarî yên taybet e, bi taybet dosyaya sînorên bejayî li xal û deriyên fermî û qanûnî û yên nerewa û çawaniya kontrolkirina wan.
Li gorî rojnameyê, dê mekanîzma hemahengiya ewlehiyê di navbera her du welatan de, hêsankirina vegera penaberan, dosya girtiyên Libnanî li Sûriyê û dosya girtiyên Sûriyê yên di girtîgehên Lubnanê de jî bên gotûbêjkirin.