Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Filîstînî di Bin Sîya Şer de Salvegera Nekbe bi Bîr Tînin


Filîstînî îro Çarşemê salvegera "Nekbe" yan "felaketê" bi bîr tînin, ku bi sed hezaran Filîstînî bi destê zorê ji malên xwe hatin derxistin di dema damezrandina Îsraîlê ya di sala 1948an de.

Filîstînî têkçûna xwe bi avakirina dewleta Îsraîlê ya berî 76 salan girê didin, ku weke felaket yan jî bi 'Nekbe' bi nav dikin û wê rojê bi xemgînî bi bîr tînin.

Nakbe ji zêdetirî 75 salan ve, jibo Filistîniyan wek tecrûbeya herî girîng ya dîyarker tê nirxandin; ku alîkarîya avakirina nasnameya wan ya neteweyî dike û hevdem wek sedema alozîya kujer ya bi Îsraîlê tê dîtin.

Bîranîna roja 15’ê Gulanê ya Nekbeyê nîşana destpêkirina şerê sala 1948’an e, dema ku dewletên Ereb yên cîran êrîşî Îsraîlê kirin rojek piştî ku dewleta nû serxwebûna xwe ragihand, piştî vekişîna hêzên Brîtanî ku wê demê ew herem wek Filîstîn bi nav dikirin.

Şer bi mehan berdewam kir û bi hezaran kes jîyanên xwe ji dest dan, nêzî 800 hezar Filistînî neçar man ku malên xwe biterikanîn, piranîya wan derbazî kampên demkî yên mîna ku niha awareyên Gaza dimînin.

Bi salan, ew bi dehan kampên penaberan mezin bûn û wek warên bajarî yên ku li seranserî Rojhilata Navîn belav bûne, ku penaberên 1948 û nevîyên wan hema hema nîvê şênîya Filîstînê pêk tînin.

Li gor Neteweyên Yekbûyî,(NY) ji bilî şênîya diaspora ya li seranserî cîhanê, niha zêdetirî 5.9 mîlyon Filîstînî li Kenera Rojava, Kerta Gaza, Urdun, Libnan û Sûrîyê wek penaber hatine tomarkirin û dijîn.

Bîranînên îsal di demekê de tê,di bin şereke dijwar de û rewşeke felaketî ya mirovahî li Kerta Gaza pêk tên; jiber ku piştî êrîşa bi pêşengîya Hamasê di 7’ê Cotmehê de, Îsraîlê li serenserî nivgiravê operasyonên leşkerî yên tund da destpê kirin û fermana koçberkirina xelkê sivîl yên Filîstînî da.

Li Kerta Gaza ya ku 2.3 mîlyon Filîstînî dijîn,ku piranîya wan niha jiber şer neçar mane ku malên xwe bi terikînin û di stargehên demkî yên ne ewle de bijîn.

Bi sedema salvegera Nekbe îro li Ramallahê, bajarê serekî yê Kenara Rojava çalakî hat darxistin, ku bi hezaran kes bi alên Filîstînê meşîyan û tabelayên bi navên gundên kal û bavên xwe hilgirtin

Xwendekarek 20 salî li Zanîngeha Bîr Zeitê, ku li kampa penaberan ya Celazûnê li bakurê Ramallahê dijjîya, di pevçûnek bi hêzên Îsraîlê re hat kuştin.

Li Urdun û Lubnanê jî protesto hatin kirin ku dora 2 mîlyon Filîstînî wek penaber li wan welatan dijîn.

Wezareta saxlemîyê ya Gaza ku di bin kontrola Hamasê de ye, îro Duşemê ragihand ku 7'ê Cotmehê ve, li Kerta Gaza herî kêm 35 hezar û 233 Filistînî jiber êrîşên Îsraîlê hatine kuştin, dema 79 hezar û 141 jî birîndar bûne.

Li gor karbidestên Îsraîlê jî 1170 kes di êrîşa Hamasê ya 7'ê Cotmehê de hatine kuştin û 250 jî wek dîl hatine revandin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG