Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nemsa Dixwaze Navendên Derkirina Afganîyan Nêzîk Afganistanê Bin


Şêwirmenda Almanya Angela Merkel (rast) ,Şêwirmendê Nemsa Sebastian Kurz (çep)
Şêwirmenda Almanya Angela Merkel (rast) ,Şêwirmendê Nemsa Sebastian Kurz (çep)

Nemsa îro Duşemê pêşniyar kir ku navendên derkirinê bo Afganîyan li welatên nêzîkî Afganistanê damezrînin. Tevî ku çekdarên Talîbanê Kabul kontrol kirine, Nemsa hîn jî rijd e ku ew derkirina koçberên ne rewayî vegerîne Afganistanê.

Serokwezîrê Nemsa Sebastian Kurz yê parêzkar bi sîyasetên xwe yên tund dijî koçberan ji dema krîza koçberîyê salên 2015 û 2016 hatiye naskirin. Ji wê çaxê ve, parêzkar di hemû hilbijartinên parlemanê de biser ketine.

Nemsa yek e ji şeş welatên endam di Yekîtîya Ewrupayê de ku hefteya borî hişyarî da Komsyona Ewrupî dijî biryara rawestandina derkirina penaberên Afganî ku dozên wan yên penaberîyê hatine red kirin, tevî ku Talîban nuha êdî li Afganistanê serdest e.

Ji wê çaxê ve, sê ji wan şeş welatan, Danîmark, Almaya û Holendayê, helwesta xwe guhertine.

Wezîrê Karûbarên Navxweyî yê Nemsayê Karl Nehammer di daxuyanîyeke hevbeş de ligel Wezîrê Derve Alexander Schallenberg, got ku “eger derkirin nema pêkane bin ji ber astengîyên li ser me ji alîyê Rêkeftina Mafên Mirov ya Ewrupî ve, divê alternatîv êdî li ber çavan werin dayîn.”

Nehammer herwiha da zanîn, “çêkirina navendên derkirinê li herêma derdora Afganistanê yek bijare ye. Ev yek jî pêdivî bi piştgrîya Komsyona Ewrupî heye. Ezê vê yekê li civata wezîrên navxweyî pêşniyar bikim.”

Wezîrên navxweyî yên Yekîtîya Ewrupayê (YE) roja Çarşemê dicivin.

Nehammer û Schallenberg herwisa pêşniyar kir ku di wê civînê de wezîrên derve yên YE jî beşdar bibin da ku sîyaseta hember Afganistanê gotûbêj bikin. Lê belê, berpirsa sîyaseta derve ya YE yekser piştî daxuyanîya wezîrên Nemsayî civînek bo wezîrên derve yên YE bo roja Sêşemê ragihand.

Gelelk ji endamên Partîya Kesk ya çepgir, ku ligel parêzkaran di hikûmeta koalisyonê de ne, li dijî berdewamkirina derkirina Afganîyan in.

Di heman demê de, Partî Azadî ya rastgir parêzkaran bi wê yekê tawanbar dikin ku tundbûna wan ne rast e û di van du mehên dawî de Nemsayê ti Afganî der nekiriye.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG