Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Norwecî Rêzê li Qurbanîyên Xwe Digirin


Norwecî Rêzê li Qurbanîyên Xwe Digirin
Norwecî Rêzê li Qurbanîyên Xwe Digirin

Xelkê Norwecê rêzê li 76 qurbanîyên hêrîşên hefteya borî digirin. Îro Înîyê Serokwezîr Jens Stoltenberg li pêşîya behîya niştimanî bû li Oslo ya paytaxt, bi danana qefdên gulan digel endamên Partîya Kar ya desthilatdar .

Birêz Stoltenberg got, wî bedkarê li roja Înîyê ya borî derb li Norwecê da, baştirîn xelkê welatî gihand yek û wî daxwaz ji mîlet kir hata yekgirtî bin li dor bihayên demokrasî û aştîyê.

Alayên Norwecî nîv bilind kirî bûn li roja rêzgirtinê li demê ku yekem qûrbanî hatî binax kirin. Keçeke Misilmana penabera Kurda Îraqê 18 salî li Nesodden, li başûrê Oslo hat binax kirin. Ew keç yek ji 68 kuştîyên girava Utoeya bû.

XS
SM
MD
LG