Şervanên YPG û yên Asayîş taxa Neşwa Rojhilat ya Hesekê bi temamî ji hêzên rêjîma Esad rizgar kirin. Ajansa Hawar (ANHA) ragihand ku li taxa Lêliyê şerê dijwar didomin.
Hêzên Kurdî ew çend roj in ku şerên dijwar li taxa Neşwa Şerqî dikirin ku taxê bi giştş ji destê hêzên rejîmê derxin.
ANHA bi berdewamî ragihand ku şervanên Kurd navenda ewlekarîyê ya nav taxê jî rizgar kirine û giheştine ber Pira Xabûrê.
Jêderên xwecîhî dîyar dikin ku şer niha li taxa Lêliyê didome û kuştî û birîndarên rêjîmê hene, lê hurgilî hîn zelal nebûne.