Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qanûnsazên Kalîfornya Deng li dor Bêalîbûna Internetê Didin


Qanûnsazên wîlayeta Kalîfornya dengên xwe dan ku bêalîbûna Internetê li wîlayetê bibe qanûnekê.

Ev gava qanûnsazên wêlayetê redkirin e ji hewildana rêveberiya serok Trump re ku dixwaze pîvanên niştimanî yên bêalîbûna Internetê ji nav bibe. Pîvanên ku rê nadin dabînkerên xizmetên Internetê li gor kêfa xwe wê birêve bibin.

Bêalîbûna Internetê, cara yekem di dema rêveberiya Obama sala 2015an de hatibû danîn. Dema ew hate jinavbirin, wê derî ji dabînkerên xizmetên Internetê re vekir ku li gor berjewendiyên xwe bendan ji hin naverokan re deynin, hinekên din giran bikin û hêlên lezgîn ji kesên pereyan didin re ava bikin.

Eger hakimê Kalîfornya Jerry Brown vê qanûnê îmze bike, wîlayet wê rastî şerekî yasayî were ji aliyê Komisyona Fedralî ya Pêwendiyan ve, ku dibêje wîlayet nikarin bi serê xwe pîvanên bêalîbûna Internetê derxin.

Şîrovekar dibêjin çavên hin wîlayetên din li Kalîfornya ya ka wê çi bike. Eger ew li wir bibe qanûn, renge wîlayetin din jî wek wê bikin.

XS
SM
MD
LG