Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Netanyahu Dibêje Operasyona Bejayî ya li Refahê Pêdivî Ye


Serokê Amerîka Joe Biden di 9’ê Sibatê de got ku operasyona leşkerî ya Îsraîlê ya li Kerta Gaza wek pir tund bi nav kir, ku cara ewil kû wî serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu li ber raya giştî ewqas tûj rexne kir.

Çend roj piştî wê daxuyanîya Biden, Netanyahu roja Yekşemê beşdarî bernameya "This Week" ya televîzyona Amerîkî ABC bû û êrîşa terorîstî ya Hamasê bi bîra cîhanê xist, ku tê de 1200 kes hatin kuştin û 240 kes jî wek hatin dîl hatin revandin.

“ Em di 7’ê Cotmehê de rastî êrîşê hatin, êrîşeke bê sedem û kujer, ji Holokostê ve êrîşa herî xirab ya dijî Cihûyan bû. Li gor min, me bi awayekî bersîv da, ku li dû terorîstan biçin û şênîya sivîl kêm bikin ku terorîstan xwe nav de bicîh kirine û wan wekî mertalên mirovî bikar tînin,” Netanyahu got.

Li gor wezareta saxlemîyê ya Gaza ku Hamas rêve dibe, zêdetirî 28 hezar û 340 Filîstînî di şer de hatine kuştin, ku piranîya wan jin û zarok in.

Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu ew jimar red kir û got ku hikûmeta wî bo parastina sivîlan hemû pîvanên pêkan bi cîh dike.

Ji alîyê din ve xemên ser operastoneke bejayî ya li nava bajarê Refah ya li başûrê Gaza zêde dibin. Zêdetirî 1.4 mîlyon Filîstînî, ku gelek ji wan derbiderên Gaza ne, xwe sipartine bajarê sînor Refahê.

Neteweyên Yekbûyî (NY), sazîyên mirovî, Yekîtîya Ewrupa (YE), gelemperîya welatên Ereb û yên din ser egera operasyoneke bejayî ya li Refahê fîkarên xwe dîyar dikin.

Qesra Sipî ragihand ku serok Biden Yekşemê di pêwendiyeke telefonî de ji Netanyahu re gotiye ku bêyî planeke pêbawer û pêkan" jibo piştrastkirina ewlekarîya nêzî 1 mîlyon Filîstînî yên li wir, divê Îsraîl li Refahê dest bi operasyoneke leşkerî neke.

Lê, Netanyahu herwiha di hevpeyvînê de ,nêta xwe ya dirêjkirin û berfirehkirina operasyona leşkerî ya Îsraîlê ber bi Refahê dubare kir, lê soza "derbazbûneke ewle" ya sivîlên li wir da.

“Yên ku dibêjin di bin ti şertî de nabe ku em têkevin Refahê, dibêjin ku em di şer de têk biçin û Hamasê li wir bihêlin. Hamasê jî soz daye ku wê komkujîya 7’ê Cotmehê dîsa bi dubare bike,” Netanyahu got.

Dema ku artêşa Îsraîlê, li ser û derdora Refahê êrîşên esmanî didomîne, tevahîya malbatan di konan de dijîn û dibêjin ti cihê wan tuneye ku ew biçin.

Derbidera Filîstînî Leyla Ebû Mistefa jî yek ji wan kesan e û dibêje ti cîh tuneye ku ew ji Refahê derkeve.

"Ger derbiderîyeke din çêbibe, ezê neçim. Li aliyekî ez ser sînorê Misrê me û ji aliyê din ve li rojhilata Refahê me. Ez nikarim tevbigerim," Mistefa got.

Di vê navberê de li Tel Avîvê, xwepêşenderên ku daxwaza berdana dîlên ku hîn di destê Hamasê de ne dikirin, roja Şemîyê rêya Ayalon ya serekî girtin.

Efrat Machikwa ku apê wê dîl e, li xwepêşandanê acizîya xwe dianî ziman.

"Em îro li vir in, da ku ji her kesî re bibêjin ku em ji tiştên ku diqewimin pir aciz in. Em dizanin ku gel bi me re ye, lê em pê hest nakin ku hikûmet bi me re ye," Machikwa got.

ABC ji Netanyahu pirsî ku ka gelo ew dizane ji 132 dîlan çend kes hîn sax in.

"Di bawerîya min de, gelek hîn sax in ku hewlên me rewa dikin. Emê her tiştê ku ji destê me tê bikin da ku hemî kesên sax rizgar bikin û laşên yên mirî jî vegerînin," wî got.

Artêşa Îsraîlê dibêje ku heya niha 31 dîl mirine û îro ragihand ku 2 ji dîl di operasyoneke li Refahê hatine rizgar kirin. Koma çekdar Hamas ev agahî piştrast nekir, lê got ku 8 dîl jiber êrîşên asmanî yên Îsraîlê bi giranî birîndar bûne û 3 ji wan mirine.

Netanyahu di nirxandina xwe de, zexta leşkerî ya li ser Hamasê di azadkirina vê dawîyê ya 110 dîlan de, wek sedemek girîng ya bingehîn rave kir û soza xwe ya "serketin nêz e,"dubare kir.

Jêder: VOA, AP, Reuters, AFP

XS
SM
MD
LG