Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Berevaniyê ji Netanyahu Dike


Benjamin Netanyahu(Ç) û Donald Trump (R)
Benjamin Netanyahu(Ç) û Donald Trump (R)

Serokê Amerîka Donald Trump Pêncşemê, piştî bidawîbûna hilcivîna bi serokê Koreya Bakur Kim Jong Un re, bervanî ji Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu kir u ew parast û got, ew weke serokwezîrek karekî gelek baş û serkeftî dike.

Herwiha got "Ew gelek biryardar, hişmend û hêzdar e. Wî hêza parastin û leşkerê xwe gelek pêş xist".

Li gor medya Îsraîlê, tê çaverê kirin ku dozgerê gîştî yê Îsraîlê îro Pencşemê derbarê Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu de biryarekê bistîne piştî ku bi tawana bertîlwergirtinê hat socdar kirin, ewê lêkolîn bike kanê heta çi ast îdaya bertîl girtinê raste yan na.

Ev yek di wî çaxî de derket holê dema ku Netanyahu xwe ji bo kampeyna hilbijartinên Îsrailê amade dike ku dê roja 9î Nîsana bê pêk bihên.

Trump dazanîn ku ew nikare derbarê îdayên bertil wergirtinê şîrove bike. Trump carek din dema behsa aştîya di anvbera Filîstîn û Îsraîlê de kir, xwe wekî çêkerê avakirina aştêyê diyar kir û got em xwedîyê derfetêne.

Trump peymana aştiya rojhilatanavîn ya di navbera Îsrail û Flistîniyan de weke peymana herî bizehmet binav kir.

Trump girngî daye peymana aştiya rojhilatanavîn, jibo vê mebestê jî zavayê xwe û Şêwirmendê xwe Jared Kushner bo wê pirse destnîşankirîye û niha ew bi heman armancê li rojhilatanavîn danûstendinan encam dide, doh li Enqerê bi serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdgan re civîya.

XS
SM
MD
LG