Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu Zordar û Kujerê Zarokan E


Benjamin Netanyahu(R) Recep Tayyip Erdogan(Ç)
Benjamin Netanyahu(R) Recep Tayyip Erdogan(Ç)

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di axiftinek xwe de li Enqerê Serokê hikûmeta Îsraîlê Benjamin Netanyahu bi kesekî zordar û kujerê zarokan tawanbar kir û got "pêwîst nake em dersan ji Netanyahu werbigirin, bila baş bihê zanîn ku ew zordar e".

Erdogan roja Çarşemê dema bi girseya gel re li Enqerê axiftinek dikir got "Netanyahu zarokên Filistîniyan dikuj e".

Ji hejî bîrxistinê ye ku doh Sêşemê peyvdarê serokatiya Tirkiyê Îbrahîm Kalin bi rêya twîterê got bû"Netanyahu kesekî nijadperiste".

Ji dema ku Erdogan desthilata Tirkiyê girtîye dest, têkiliyên Tirkiyê û Îsraîlê xerab bûne, Îsraîl Tirkiyê bi alîgirîya grûba terorîstî ya Hemasê tawanbar dike, Tirkîye jî Îsraîlê bi binpêkirina mafên Filistînyan sûcdar dike.

XS
SM
MD
LG