Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Netanyahu Dibêje Dawîanîna Şerê Gazayê Dê Hamasê Li Ser Desthilatê Bihêle


Serokwezîrê îsraîlê Benjamin Netanyahu
Serokwezîrê îsraîlê Benjamin Netanyahu

Serokwezîrê îsraîlê Benjamin Netanyahu daxwazên Hemasê yên ji bo bidawîanîna şerê Gazayê li beramber azadkirina rehîneyan red kirin û roja Yekşemê got ku ew yek dê koma îslamî ya Filistînî li ser desthilatê bihêle û ji bo Îsraîl bibe metirsî.

Netanyahu got ku Îsraîl amade ye şerê li Gazayê bi awayekî demkî rawestîne li beramber azadkirina dîlên ku hîn di destê Hamasê de ne û tê texmînkirin ku hejmara wan ji 130î zêdetir e.

Netanyahu got, "Di demekê de ku Îsraîl amadebûna xwe nîşan da, Hamas li ser helwesta xwe ya tund dimîne, di nav de jî daxwaza derxistina hemû hêzên me ji Kerta Gazayê, bidawîanîna şer û hiştina Hemasê li ser desthilatê."

"Îsraîl nikare vê yekê qebûl bike."

"Hamas dê bikaribe soza xwe ya pêkanîna komkujî, destavêtin û revandinên xwe careke din bi cih bîne."

Karbidestên Filistînî got ku berpirsên Hamasê roja Yekşemê danûstandinên agirbesteke bi navbeynkarên Misrî û Qeterî re, bo roja duyem berdewam kirin, bêyî ku pêşkeftineke xuya were ragihandin, ji ber ku koma îslamî daxwaza rawestandina temamî ya şer li Gazayê dike.

Şer dest pê kir piştî ku Hamasê di 7ê Cotmehê de êrîşî Îsraîlê kir û li gorî daneyên Îsraîlê 1200 kes hatin kuştin û 252 kes dîl hatin girtin. Li gor Wezareta Tenduristiyê ya Gazaye, di erîşên Îsraîlê de 34,600 Filistînî hatin kuştin û zêdetirî 77,000 birîndar bûne.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG