Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu daxwazên Hamasê yên jibo agirbestê red kir û got ku wî ferman daye leşkeran ku jibo operasyona li Refah ya li başûrê Gaza hazirîyên xwe bikin.
Netanyahu got ku bi tenê çend meh mane ku Îsraîl dijî Hamasê bi awayekî tam bi ser keve.
‘’Em ber bi serketineke tam ve diçin û ewê operasyon ne bi salan, lê bi mehan bidomin. Wekî din ti çareserî tuneye.’’
Wî ew gotin demeke kin piştî ku bi Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken re kom bû kir.
Serokwezîrê Îsraîlê dîyar kir ku ew naxwazin ku Hamas beşek ji Gaza yan jî tevahîya wê kontrol bike.
Netanyahu got ku Îsraîl tekane hêz e ku dikare garantîya ewlekarîyê bide.
Berpirsê payabilind yê Hamasê Samî Abu Zuhrî dîyar kir ku gotinên Netanyahu nîşan didin ku ew dixwaze pevçûnên li Rojhilata Navîn bidomin.
Sami Abu Zuhri got ku Netanyahu helwesteke qebe nîşan dide û dîyar kir ku Hamas jibo hemî rêkan hazir e.
Hamasê ji alîyê din ve ragihand ku ewê şandeyeke wê jibo danûstandinên ser agirbestê roja Pêncşemê here Qahîreyê.
Jêder: AFP