Her peymaneke agirbesta Gazayê divê rê bide Îsraîl ku şer berdewam bike heta ku armancên wê werin cîbicîkirin, Serokwezîr Benjamin Netanyahu roja Yekşemê got, di demekê de ku danûstandinên li ser plana Amerîkî ya bi armanca bidawîkirina şerê neh mehan ji nû ve dest pê kirin.
Ajansa Reutersê îro Yekşemê ragihandibû ku koma çekdar Hamas li benda bersîva Îsraîlê ye, ya li ser pêşnîyara agirbesteke, pênc roj piştî ku komê gelemperîya plana Amerîkaqebûl kir ku armanc dike dawî li şerê neh mehan ya li Gazayê bîne.
Reutersê ev agahî ji zarê du karbidestên Hamasê ragihand, yên ku ji nîqaşên ser agirbestê pir nêz ve haydar in.
Yek ji herdu berpirsên Hamasê ji Reutersê re got, "Me bersiva xwe radestî navbeynkaran kir û em li bendê ne ku em bersîva dagirkerîyê bibihîzin," yekî ji herdu karbidestên Hamasê got.
Plana bi sê qonaxan ya jibo dawîbûna şerê li Gaza di dawîya Gulanê de ji hêla serokê Amerîka Joe Biden ve hate pêşkêş kirin û jibo pejirandina wan, Qatar û Misir navbeynkarîya danûstandînên Îsraîl û Hamasê dikin.
Di peymanê tê armanckirin şerê li Gaza bi dawî bike û derdora 120 dîlên Îsraîlî yên di destê Hamasê de ne azad bike.
Karbidestêkî din yê Fîlîstînî ku nexwest navê xwe eşkere bike got ku Îsraîl bi Qatarîyan re di nava danûstandinan de ye.
" Îsraîl bi wan re bersiva Hamasê gotûbêj kir û wan soz da ku wê di nav çend rojan de bersîva Îsraîlê bidin," wî got.
Netanyahu got ku danûstandin wê vê hefteyê berdewam bikin lê ti Rojek dîyarkirî eşkere nekir.
Hamas, ku Gazayê kontrol dike, daxwaza serekî ya berê paşve kişand, ku berî ku peymanek îmza bike divê Îsraîl soza agirbesta mayînde bide.
Li şûna vê yekê de, hams niha dibêje ku wê danûstandinên ser qonaxa yekê ya bi şeş hefteyan qebûl bike, jêderek ji Hamasê ji Reutersê re got.
Karbidestekî Fîlîstînî yê nêzî hewlên aştîyê ye jî got ku ev pêşnîyar ger ji alîyê Îsraîl ve were qebûl kirin, wê peymanek çarçoveyî derkeve holê û wê şer bi dawî bike.
Serokê Saziya Îstixbarata Navendî ya Amerîka (CIA) William Burns wê vê hefteyê jibo danûstandinan biçe Qatarê, jêderek got.
Êrîşên Îsraîlê li Gazayê destpê kirin, piştî ku mîlîtanên bi pêşengîya Hamasê di 7’ê Cotmehê de êrîşî başûrê Îsraîlê kirin.
Li gor daneyên Îsraîlî, dora 1200 kes hatin kuştin û 250 kes wek dîl hatine revandin û 132 jî winda ne.
Wezareta Saxlemîya Gazayê dibêje ku di şerê Îsraîlê yê li Gaza de heta niha zêdetirê 38 hezar Filîstînî hatine kuştin û zêdetirî 88 hezaran jî birîndar bûne, ku piranîya wan sivîl in.
Îsraîlê jî heta niha 314 leşkerên xwe li Gazayê winda kiriye û dibêje ku herî kêm sêyeke kuştîyên Filîstînî çekdar bûn.
Ajansa NY ya ji bo Filistîniyan, UNRWA, rewş her ku diçe trajîk binav kir, û di postek xwe de li ser X got, "malbat berdewam bi koçkirina bi darê zorê, wêrankirina mezin û tirsa domdar re rû bi rû dimînin. Pêdiviyên bingehîn kêm in, germahî bêtehemûl e, nexweşî belav dibin".
Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî jibo Penaberên Filîstînî (UNRWA) îro Yekşemê ragihand ku rewşa li Gaza wek her ku diçe zêdetir " trajîk" dibe.
"Malbat bi berdewam rûbirûyê bi koçkirina bi darê zorê, wêrankirina mezin û tirsa domdar in. Pêdivîyên bingehîn kêm in, germahî pir bilind e, nexweşî belav dibin," UNRWA li ser platforma X’ê got.
Jêder: Reuters