Karbidestekî payebilind ê Îsraîlê ji kanala Fox News re ragihand ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ferman daye artêşa welêt ku bi hêz bersiva her êrîşeke Hizbullaha Libnanî bidin.
Fox News îro Şemîyê li ser zarê karbidestê Îsraîlî got ku Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF), di herdu rojên borî de li 300 armancên Hizbullahê xistine û dora 100 endamên koma ku Îran piştgirîya wê dike kuştine.
Îsraîl û Hizbullah roja Înê agirbestek ragihandibû.
Karbidestê Îsraîlî da zanîn ku eger Hizbullah careke din êrîşî Îsraîlê bike, ewê hêzên Îsraîlî bi hêz li wê bide.