Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu dibêje ku armanca êrîşên leşkerî yên welatê wî li ser hêlên hesin û piran bo qelskirin û lawazakirina rejîma Îranê ye ne êrîşên ser gelê Îranê ne.
Netanyahu got jî, êrîş ji bo qelskirin û têkbirina rejîma Îranê ye ku 47 sal in gelê Îranê diçewisîne û zulmê dike.
Serokwezîrê Îsraîlê roja Sêşemê di X'ê de got, "Em bi hêzek mezin dixebitin da ku rejîma terorîst a Îranê hilweşînin."
Netanyahu nivîsand, "Duh me frokên veguhastinê û bi dehan helîkopter xistin xwarê, û îro me êrîşî hêlên hesinî û pirên ku ji hêla Pasdanên Şoreşê ve têne bikar anîn kir."
Wî got, "Pasdarên Şoreşê Îranê wan pir û rêhesinan ji bo veguhastina çekan û her weha ji bo veguhastina dardeswtên ku êrîşî me, Amerîkayê, welatên herêmê û gelê Îranê dikin bikar anîn."
Berê, rayedarekî ewlehiyê yê Îsraîlê ji medyayê re got ku Komara Îslamî trênan ji bo veguhastina alavên leşkerî û çekan li seranserê welêt bikar tîne.
Li gorî rayedarê ewlehiyê, veguhestina çekan bi rêya tora hêlên hesin pêk tê û ji ber wê yekê hêlên hesin dikare wekî armancek leşkerî were hejmardin.