Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Netanyahu Wê Meha Pêş li Kongresê Ser Şerê li Gaza Biaxife


Netanyahu li Kongresê (Arşîv)
Netanyahu li Kongresê (Arşîv)

Rêberên Komarî ragihand Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu wê 24’ê Tîrmehê serdana Washingtonê bike û li Kongresê ‘’rastî’’yên şerê li Gaza yê dijî Hamasê bêje.

Serokê Civata Nûneran Mike Johnson û Serokê Kêmanîya Civata Senatoran Mitch McConnelll dîyar kir ku wê Netanyahu di rûniştina hevbeş ya her du civatan de biaxife.

Netanyahu bi daxuyanîyekê dîyar kir ku ew kêfxweş û bi heyecan e ku ewê li pêş her du civatan ser ‘’şerê wan yê mafdar’’ bipeyîve.

Serdana Netanyahu li vê demê rast tê ku Serokê Amerîka Joe Biden hêzên Îsraîlî jiber taktîkên wê yên li Gaza rexne dike û şandina hin bombeyên jibo wan hêzan sekinandiye.

Hîn ne zelal e ku ewê Netanyahu di serdana Amerîka de bi Biden re bicive yan ne.

Piştgirîya Biden ya jibo Îsraîlê berî hilbijartinên meha Mijdarê jibo wî berpirsîyeke sîyasî ye ku hin Demokrat û hin hilbijêr jiber mirina bi hezaran sîvîlên li Gaza bi hêrs in.

Komarî jî Biden jiber helwesta wê ya ser şer rexne dikin û dîyar dikin ku ew jibo Îsraîlê nakeve hewildanên ser alîkarîyên hewce.

Serokê Piranîya Civata Senatoran Chuck Schumer jî bi daxuyanîyeke cihê de dîyar kir ku wî jî di vexwendina Netanyahu de cîh girtiye.

Schumer dîyar kir ku ew di hin mijaran de bi awayekî eşkere û kûr dijî serokwezîrê Îsraîlê ye.

Wî got ku jiber peywendîyên Amerîka û Îsraîlê xurt in û ji kesan û ji serokwezîran zêdetir in wî jî daxwaza axaftina Netanyahu kiriye.

Îsraîl dide zanîn ku Hamasê di êrîşên 7’ê Cotmehê de 1200 kes kuştine û pirtir ji 250 kes dîl girtine.

Bi qasî nîvê rehîneyan meha Mijdarê di navbera mirovahî de hatin berdan.

Karbidestên saxlemîyê yên li Gaza dîyar dikin di êrîşên Îsraîlê de heta niha pirtir ji 36,000 kesan canên xwe ji dest dane.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG