Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Netanyahu Endamtîya Desteya Aştîya Gezayê bi Fermî Îmze Dike

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di hevdîtinekê de bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio re peymana têkildarî Desteya Bilind a Aştîya Gezayê bi fermî îmze kir.

Wezareta Derve ya Îsraîlê, di platforma Xê de, got ku Netanyahu û Rubio, berî hevdîtina bi Serokê Amerîkayê Donald Trump, endamtîya welatên xwe di desteyê de bi fermî pejirandin û îmze kirin.

Li gor rojnameya Times of Israel, Desteya Aştîyê dê hefteya bê bicive. Tê çaverêkirin ku Netanyahu careke din vegere Washingtonê, her çend dibe ku dem û bername werin guhertin.

Li gor planê, komîsyoneke navneteweyî ya bi navê “Desteya Aştîyê” dê berpirsiyar be bo çavdêrîya rêvebirîya demkî ya li Gezayê.

Koşka Spî di daxuyanîyekê de hefteya borî got ku “Komisyona Neteweyî ya Rêvebirîya Gezayê”, ku ji hêla Dr. Eli Shei’t ve tê rêvebirin, dê berpirsiyar be ji nû ve avakirina sazîyên giştî, sererastkirina xizmetên bingehîn û avakirina binesazîya rêvebirîya herêmî.

Li gor heman daxuyanîyê, endamên komîsyona cîbicîkar ev in: Marco Rubio, Steve Witkoff, Jared Kushner, Tony Blair, Mark Rutte, Ajay Banga û Robert Gabriel.

Erka desteyê ew e ku çavdêrîya ji nû ve avakirinê, weberhênan û pêşxistina şiyana rêvebirîyê li Kerta Gezayê.

XS
SM
MD
LG