Serok hikûmetê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, roja Çarşemê serokê Rûsya Vladimir Putin derbarê rolê Îranê yê zêde li Sûriyê agihdar kirîye û gotiye, rolê Îranê li Sûriyê gefeke liser Îsrailê, Rojhilata Navîn û Cîhanê hemiyê.
Netanyahu ev yek di dema civînên hevbeş, yên li bajarê Sotschi yê liser derya reş ji serokê Rûsya Putin re behis kirîye û gotiye"serokê hêja, bi alîkariya hevbeş emê dewleta Îsalmê têk bibin, ev pirseke giringe, lê tiştê xerab ewe, li ciyê komela dewleta Îslamê nemîne, Îran li wir derdikeve".
Herwiha Netanyahu dibêje "nabe em bîstikekê jibîr bikîn ku, herdem Îran gefa jinavbirina Îsrailê dike, Ew rêxistinên terorist pirçek dike, piştevanî û pêşerngiya terorê dike", dîsan Netanyahu got "Îran di rê daye bû kontrol kirina Îraqê, Yemen û heta astek bilind Lûbanê".
Serokê Rûsya V.Putin, ti daxûyanî derbarê gotinên Netanyahu yên ser Îranê nedan, dema ku rojnamevan di beşekî civînaên herdu berpirsan de amade bûbûn.
Ji hejî bîrxistinêye ku, Rûsya, Îran û Hizbullaha Lûbanê beşekin ji şerê li Sûriyê, Îran û Hizbullah weke dojiminên serhişk yên lidij Îsraîlê tên naskirin.