Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Netanyahu Ji Trump Re Dibêje Dê Îsraîl Li Gorî Berjewendiyên Xwe Biryaran Bide


Wêne ji arşîfê ye
Wêne ji arşîfê ye

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di pêwendiyeke telefonî de ligel Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump got ku Îsraîl dê gotinên hikûmeta Amerîkayê li ber çavan bigire lê di dawiyê de, dê li gorî berjewendiyên neteweyî biryaran bide, ofîsa serokwezîr îro Yekşemê ragihand.

Du roj berê Serokê Amerîka Joe Biden gotibû ku ew agahdar bûye ka Îsraîl dê kengê û çawa bersivê bide êrîşên mûşekî yên Îranê.

Biden di dawiya serdana xwe ya Berlînê de ji rojnamevanan re got: derfet ji bo çareserkirina kêşeyên di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Îsraîlê û bidawîanîna nakokiyên wan li Rojhilata Navîn heye.

Wî got: "Derfetek heye ku em bikarin pirsgirêka Îran û Îsraîlê bi awayekî çareser bikin ku aloziya li Rojhilata Navîn ji bo demekê bi dawî bibe."

"Ev yek dê dawî li pevçûnan bîne, bi gotineke din dawî li berteka hevpar bîne," wî got.

Hikûmeta Îranê di meha Cotmehê de zêdetirî 180 mûşekên balîstîk avêtin Îsraîlê, wek bersivekê li hember kuştina serkirdeyên Hemas û Hizbullah û fermandarekî payebilind ê Supaya Quds ji aliyê Îsraîlê ve.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG