Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Netanyahu Banga Daxistina UNRWA Dike, Guterres Berevanî li Wê Dike


Navenda giştî ya UNRAW li Gaza
Navenda giştî ya UNRAW li Gaza

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro Çarşemê banga girtina Ajansa Penaberan ya Filîstînî ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) kir.

"Dem hatiye ku civaka navnetewî û Neteweyên Yekbûyî bi xwe fêm bikin ku divê mîsyona UNRWA bi dawî bibe. Dema ku emê pirsgirêka Gazayê çareser bikin, divê li şûna UNRWA sazîyên din yên alîkarîyê hebin. yên din werin guhertin," Netanyahu got.

Hevdem, di vê demê de ku hewilên dîplomatîk yên jibo agirbestekê û azadkirina dîlên li Gazayê zêde dibin, hêzên Îsraîlî jî êrîşên esmanî yên Gazayê zêdetir dikin.

Îsraîlê hin xebatkarên UNRWA bi beşdarbûna êrîşa Hamasê ya 7'ê Cotmehê li başûrê Îsraîlê, ku bûbû sedema despêkirina şer, sûcdar kiribûn.

Filîstînî dibêjin ku Îsraîl bi agahîyên derew dixwaze navê UNRWA gemar bike ku di piştî damezirandina Îsraîlê ya di sala 1948'an de hatibû ava kirin û pêdivîyên rojanê yên pirtir jî nîvê rûniştvanên Gazayê peyda dike.

Hin dewletên wek Amerîka ku jibo budceya URWA diravan didin, heta lêpirsînkirina îdiayên Îsraîlê alîkarên xwe cemidandine, lê ew dibêjin ku dawîkirina xebatên UNRWA wê hewilên mirovahî li Gazaya kavilbûyî hilweşîne.

Sekreterê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres jî gotibû ku UNRWA bingeha hemî hewilên mirovahî yên li Gaza ye û ji hemî dewletan xwest ku jibo domandina karên wê piştgirîya wê bikin.

XS
SM
MD
LG