Serokwezîrê Îsraîlî Benjamin Netanyahu di Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de li New Yorkê rêkeftina navokî ya ligel Îranê, bi zimanekê tûj şermezar kir.
"Eger hun difikrin ku rakirina toleyên aborî û kontratên bi mîlyaran dolaran, pilingeke hov bizivrîne pisîkekê, careke din hizra xwe bikin," Netanyahu got.
Netanyahu got, wê Îsraîl bi hemî hêza xwe nehêle ku Îran bibe xwedîyê çekên navokî.
Netanyahu rêberê Fîlîstînî Mahmud Abbas jî şermezar kir ku di axaftina xwe ya dohî de prosesa aştîyê red kirubu.
Wî got, ew amade ye ku demûdest danûstandinên rastxwe yên bê şertên pêşîn ligel karbidestên Fîlîstînê bidomîne.