Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîs bo Lêpirsînê Careke Din Çûn Mala Netanyahu


Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro Înê, girêdayî doza dizî û perexwarinê bo cara 12’an ji alîyê polîsan ve hate lêpirsîn kirin.

Lêpirsîneran li mala Netanyahu bo çend demjimêran pirsên bi doza berdewam re peywendîdar li wî kirin.

Radyoya Artêşa Îsraîlê û dezgehên din ragihand ku Netanyahu li ser du dozan hate lêpirsên kirin ku polîsan berê jî daxwaza bi fermi sûcdarkirina wî xwestibû.

Yek ji wan dozana derheqa dîyarîyên ku ji Netanyahu û malbara wê re hatine dayîn e. Di doza din de jî tê îdia kirin ku Netanyahu ji yek ji mezntirîn rojnameya Îsraîlê, Yedioth Ahronoth xwestiye ku baştir li ser wî binivîse û beramber wê yekê, karê rojnameya hevrik Israel Hayom were dijwar kirin.

Heta niha ti tawanên fermi li dijî rêberê Îsraîlî nehatine anîn, lê biryar li ser wezîrê dadê dimîne ku dijî wî doz were vekirin yan ne.

Netanyahu red dike ku wî tiştekî neqanûnî kiriye û dibêje îdîayên hember wî bê bingeh in.

XS
SM
MD
LG