Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Netanyahu: Divê Îran li Sûrîyê Tune Be



Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu dê di 4-6’ê Hezîranê de bi Serokwezîra Almanya Angela Merkel û Serokomarê Fransa Emmanuel Macron re kom bibe.

Netanyahu da zanîn ku dibe ku ew di gera Ewrupa de bi Serokwezîra Brîtanya Theresa May re jî bicive.

Netahyahu berî serdana xwe bi karbidestên payabilind yên partîya xwe Likud civîya û ser naveroka serdana daxuyanîke da.

Netanyahu dîyar kir ku ew naxwazin ku Îran li Sûrîyê hebe û ew dê bo vê yekê piştgirîyê bixwazin.

‘’Li gor me divê li ti parçeyên Sûrîyê, Îran bi awayekî leşkerî tune be. Ne tenê em, dewletên li Rojhilata Navîn û dewletên din jî wisa difikirin’’ Netanyahu got.

Netanyahu dîyar kir ku ew dê di serdana xwe de ser daxwazên navokî yên Îranê û belavbûna li Rojhilata Navîn biaxife.

Serokwezîrê Îsraîlê dîyar kir ku wan bi salan dijî ‘’gefa Îranê’’ têkoşîn kiriye û rewş niha ji berê baştir e

XS
SM
MD
LG