Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Netanyahu: Îsraîl Dê li Hember Gefên Îranê Serî Netewîne


Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ji Serokê Rûsya Vladimir Putin re dîyar kir ku ewê dijî gefên Îranê yên ji Sûrîyê serî netewînin.

Netanyahu, berî hilbijartina Îsraîlê serdana Soçî kir û bi Putin re ser rewşa Sûrîyê û herêmê axifî.

Putin di civînê ser hevkarîya ewlekrî û leşkerî ya Rûsya û Îsraîlê peyivî û Netanyahu jî gefên Îranê yên dijî Îsraîlê anî rojevê.

Netanyahu berî serdana Rûsya bike, li Îsraîlê dîyar kiribû ku ew bawer dike ku Serokê Amerîka Donald Trump dê zexta ser Îranê bidomîne.

Wî da zanîn ku bo zexta li ser Îranê bidome Îsraîl ‘’her tim’’ bi rêvebirîya Trump re danûstandinê dike.

XS
SM
MD
LG