Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Netanyahu: Dibe ku Karantîn ji Şeş Mehan Heta Salekê Bidome


Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu dîyar kir ku dibe ku karantîna wan ya dawî ya jiber vîrusa korona hatiye ragihandin, bi qasî salekê bidome.

Netanyahu li parlamana Îsrailê dîyar kir ku ewê zû bi zû ji karantînê dernekevin.

‘’Vê carê karantîna dê hêdî hêdî û qonax bi qonax bidome û dibe ku ji şeş mehan heta salekê biajo. Wek di ya pêlî pêşîya vîrusa korona de, emê bi ji karantînê zû dernekevin.’’ Netanyahu got.

Hikûmeta Îsraîlê di 18’ê Îlonê de bo 3 hefteyan karantîna ragihandibû.

Netanyahu roja Sêşemê gotibû ku nabe ku karantîn ji mehekê kêmtir be.

Li gor agahîyên Wezareta Saxlemî ya Îsraîlê li wî welatî pirtir ji 243 hezar kes bi vîrusa korona ketine û 1552 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG