Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Netanyahu: Rêkeftina Navokî ligel Îranê Şaşitîyeke Dîrokî ye


Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro Sêşemê got, rêkeftina navokî ligel Îranê “şaşitîyeke dîrokî” ye.

Lê, wî soz da ku hewildanên xwe berdewam bike da ku nehêle Îran bombeyek atomî bidest bixîne.

Birêz Netanyahu ne kesê bi tenê bû ku reaksyoneke xurt da. Li seranserî Îsraîlê, aliyên siyasî xembar in ku Îranê cîhan bi vê rêkeftinê xapandiye û ewê çekên navokî bidest bixîne da ku li dijî Îsraîlê bikar bîne.

Serokwezîrê Îsraîlê li ser asta cîhanî bi helwesta xwe ya dijî rêkeftina ligel Îranê hatiye naskirin.

Netanyahu ligel rêvebiriya Obama û welatên din yên Rojava bi awayekî eşkere derbarê danûstandinên navokî ketiye nav girjiyan.

“Yek nikare rê li ber rêkeftinekê bigire dema ku danûstandêr amade ne bêtir tiştan ji dest bidin ewên ku bang dikin: mirin jibo Amerîka.”

Îsraîlê berê gefe xwaribû ku êrîşî bingehên navokî yên Îranê bike. Lê ev bijare winda bû, piştî ku Amerîka û welatên Rojava dest bi prosesa diplomasiyê bi Tehranê re kir.

XS
SM
MD
LG