Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama: Ev Rêkeftin Cîhana Me Ewletir Dike


Serok Obama ser rêkeftina navokî diaxife
Serok Obama ser rêkeftina navokî diaxife

Serok Barack Obama pesna rêkeftina navokî ya dide û dibêje ew rê li ber belavbûna navokî li Rojhilata Navîn digire.

“Bi xêra vê rêkeftinê, civata navnetewî wê bikarine bibîne ku Îran wê bombeyeke navokî çêneke. Ev rêkeftin herwiha nîşan dide ku dîplomasîya Amerîka dikare guherinên rastîn û watedar bîne û cîhana me ewletir dike û baştir diparêze.”

Serok dîyar kir ku bi saya vê rêkeftinê, Îran dest ji hilberîna uranyuma dewlemendkirî û plutonium berde ku jibo çêkirina çeka navokî pêdivî ne. “Îran herwuha 98 ji sedê stoka xwe ya uranyuma dewlemendkirî jî tune bike.

Obama herwiha bal kişand ku ewê di rewşeke xurt de bin û bikaribin kontrol bikin ku Îran sozên xwe bi cîh tîne yan ne. Wî bîr xist ku mafê vekolêrên hebe ku her dema ku dixwazin, serdana kargehên navokî bikin.

Serok Obama gefan li Kongresê kir ku eger vetoyek ji wê derê were, ewê pêşî li wê yekê bigire.

Obama got, ev rêkeftin derfeteke girîng e divê em vê hembêz bikin.

XS
SM
MD
LG