Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo di serdana Îsraîlê de dîyar kir ku ew dê li gor Plana Rojhilata Navîn ya Serok Donald Trump tevbigerin.
Li gor wê planê, 30 ji sedê Kenara Rojava dê di bin kontrola Îsraîlê keve û Orşelîm jî bibe paytexta wî welatî.
Pompeo berî serdana Îsraîlê gotibû ku ewê bo danûstandinên ser ‘’vîzyona aştîyê’’ ya Trump here wir û derbarê wê planê, ku di serê salê de hatibû eşkere kirin, gotibû ku divê ew hîn li ser bixebitin.
Ew piştî bi Serokezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û şîrikê koalîsyonê Benny Gantz re kom bû da zanîn ku ‘’Amerîka ti car ewqas xurt girêdayî Îsraîlê nebûbû’’
Wî ser Îsraîlê got ku ‘’şîrikeke girîng e’’ û pesna têkoşîna wê ya dijî vîrusa korona da.
Mike Pompeo bê ku nav bide Çîn rexne kir û da zanîn ku Îsraîl ‘’mîna hin dewletan nexwestiya ku agahîyên xwe veşêre’’ û ew eşkere kirine.
Pompeo ji Adarê vir ve cara pêşî serdana derveyî welêt kir.
Netanyahu jiber serdanê spasîya Pompeo kir û bal kişand ku ew serdan tifaqa Amerîka û Îsraîlê nîşan dide.
Hêjayî bîrxistinê ye, karbidestên Filîstînî û hin sazîyên navneteweyî jî dijî Plana Rojhilata Navîn ya Trump derketibûn.