Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Netanyahu: Emê Piştî Vekişîna Amerîka ji Sûrîyê Şerê Dijî Îranê Bidomînin

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro Pêncşemê got ku ewê şerê dijî hevalbendên Îranê yên li Sûrîyê xurtir bikin, piştî ku hêzên Amerîkî ji Sûrîyê vekişin.

“Emê bi berdewamî şerekî tund li dijî kiryarên Îranê li Sûrîyê bikin. Emê hewilên xwe yên dijî Îranê kêm nekin, lê helwesteke hîn tundtir wergirin. Ez dizanim ku Amerîka dê piştgirîyeke xurt û dagirtî ji me re bike,” Netanyahu got.

Tevî daxuyanîyên Netanyahu, hîn endamên hikûmeta wî xemên xwe ragihandin ku vekişîna Amerîka ji Sûrîyê wê alîkarîya Îranê bike û Tehran dikare ji Îraqê pirtir çek veguhezîne hindurê Sûrîyê.

Karbidestên Îsraîlî herwiha bi fikar in ku derketina Amerîkîyan ji Sûrîyê destê Rûsya xurt bike ku heşyêel valbenda serekî ya rejîma Esad e.

This item is part of
XS
SM
MD
LG