Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Netanyahu Êrîşa Refahê Wek 'Bûyereke Trajîk' Pênase Dike


Piştî êrîşên esmanî Îsraîlê evara Yekşemê , dîmenek ji kampa awerayên Filîstînî ya li taxa Tel El-Sultan li rojavayê Refahê, 27 Gulan,2024.
Piştî êrîşên esmanî Îsraîlê evara Yekşemê , dîmenek ji kampa awerayên Filîstînî ya li taxa Tel El-Sultan li rojavayê Refahê, 27 Gulan,2024.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro Duşemê dîyar kir ku êrîşa kujer ya ser kampa awerayên Filîstînî li Refahê "bûyereke trajîk" e û hikûmeta wî "lêpirsînê" dike.

" Li Refahê, me jixwe nêzî 1 mîlyon niştecihên ne-şerker derxistine û tevî hewlên me yên herî xurt ku em zirarê nedin kesên ne-şerker, (Yekşemê) mixabin bûyereke trajîk qewimî. Em li ser bûyerê lêpirsînê dikin û emê encaman destnîşan bikin, " Netanyahu li parlemana Îsraîlê got.

Îsraîlê evara Yekşemê bi êrîşên esmanî kampeke awerayên Filîstînî ya li taxa Tel El-Sultan li rojavayê Refahê xistibû, ku got wê navendeke Hamasê kiriye armanc.

Karbidestên Gazayê ragihandin di êrîşa Îsraîlê û di şewata ku di bomberana dema êrîşê de derketîye, li kampê herî kêm 45 Filîstînî hatine kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûne, ku piranîya wan jin û zarok in.

Êrîşa Îsraîlê ji alîyê rêberên cîhanî ve hate şermazar kirin û hikûmeta Netanyahu bi tundî hat rexne kirin, ku wan hevdem banga rawestandina êrîşa Îsraîlê ya li Gaza kirin.

Amerîka jî îro bang li Îsraîlê kir ku jibo parastina sivîlan li Gaza pirtir baldar be û hemî tedbîran werbigire, lê banga rawestandina êrîşa li Refahê nekir.

Berdevikê Civata Ewlekarîya Neteweyî dîyar ku mafê Îsraîlê heye ku li pey Hamasê biçe, û Washingtondizane ku di êrîşê li ser kampê de 2 karbidestên payebilind yên Hamasê hatine kuştin, yên ku ji êrîşên dijî sivîlên Îsraîlî berpirsyar in.

"Lê wekî ku me eşkere kirîye, divê Îsraîl her tedbîrê bigire da ku sivîlan biparêze," wî got.

Berdevikê Amerîkî herwîha got ku Washington bi artêşa Îsraîlê (IDF) û hevkarên xwe yên li ser erdê re bi awayekî bênavber diaxife.

" Da ku em tiştê qewimîye binirxînin, û fêm bikin ku IDF lêpirsînê dimeşîne," wî got.

Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtîya Ewrupa (YE) Josep Borrell jî îro êrîşa esmanî ya Îsraîlê li bajarê Refahê ybi tundî şermezar kir.

"Ez di nava xofê de me, dema ji Refahê derbarê êrîşên Îsraîlê de ji nûçeyên metirsîdar tên ku bi dehan kesên koçber tevî zarokên piçûk mirine. Ez vê yekê bi tundî şermezar dikim, "Borrell li ser X’ê got.

Borrell dîyar kir ku li Gaza ti cihekî ewle tuneye û jibo demûdest rawestina şer banga bicîhkirina biryara Dadgeha Dadmendîyê ya Navneteweyî (ICJ) kir.

Jêder: Reuters, AFP

XS
SM
MD
LG