Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Ser Muşeka Nû ya Koreya Bakur Sibê Sêşemê Kom Dibe


Leşkerê Koreya Başûr di ber televîzyona ku ceribandina muşekê ya Koreya Bakur nîşan dide re derbas dibe
Leşkerê Koreya Başûr di ber televîzyona ku ceribandina muşekê ya Koreya Bakur nîşan dide re derbas dibe

Koreya Bakur careke din muşekeke balîstik ceriband. Pispor didin zanîn ku muşeka ku li nêzî Rûsya ketîye derya, li gor yên berê bilindtir firîyaye û dibe ku cûreyeke nû be.

Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî ser daxwza Amerîka, Japonya û Koreya Başûr ewê roja Sêşemê jiber ceribandina muşekê ya Pyongyyang bicive.

Qesra Sipî bi daxuyanîyekê bang li bîragiştî ya navneteweyî kir ku li dijî Koreya Bakur toleyên xwe berfirehtir bikin.

Di daxuyanîyê de hate nîşan dan ku muşek li nêzî axa Rûsya ketîye û Serokê Amerîka Donald Trump jî difikire ku Rûsya ji vê ceribandinê ne razî ye.

‘’Koreya Başûr û Japonya wek me ceribandinan ji nêz ve dişopînin. Amerîka ewê li dijî gefên tund yên Koreya Bakur piştgirîya hevalbendên xwe bike. Ew provokoasyona dawî dîyar dike ku divê hemî dewlet li hember Koreya Bakur toleyên xurttir ragihînin.’’

Japonya û Koreya Bakur jî ceribandina muşekê ya Pyongyang şermerzar kirin û dan zanîn ku ew gefa ser herêmê biryarên Neteweyên Yekbûyî (NY) yên ser bernameyên çekan binpê dike.

Serokwezîrê Japonya Şinzo Abe ferman da hikûmeta xwe jibo hemî bûyerên ku dibe ku biqewimin amade bin.

Wezîrê Berevanî ya Japonya Tomomi Inada, li Tokoy ji rojnamevanan re ragihand ku muşek ji 2000 kîlometre bilindtir, 30 deqîqe firîyaye ku dibe ku cûreyeke nû be. Inada da zanîn ku muşek piştî firîna bi qasî 700 kîlometre ketîye Derya Japon.

Wezareta Karên Derve yên Çînê jî nerazîbûna xwe jibo ceribandina muşekê dîyar kir. Pekîn, hevalbendê mezin yê Koreya Bakur e û her du dewlet şîrikên hev yên bazirganîyê ne.

Serokê Rûsya Vladimir Putin, ku seba hilcivîneke navneteweyî li Pekinê bû, ser muşeka Koreya Bakur fikarên xwe gotin.

Serokomarê nû yê Koreya Başûr Mun Jae-in jî derbarê muşekê de got ku ‘’provokasyoneke bêteşe’’ ye. Mun da zanîn ku ewê hîn di hewildana pêşxistina peywendîyên bi Koreya Bakur re keta, lê ceribandina muşekê ew gelekî xemgîn kiriye.

Fermandarîya Pasîfîkê ya Amerîka jî ceribandina muşekê piştrast kir, lê ragihand ku muşek bi qasî ji parzemînekê biçe yeka din ne mezin e.

XS
SM
MD
LG