Neteweyên Yekbûyî (NY), Koreya Bakur jiber ceribandina muşekeke nû bi awayekî tund şermezar kir.
Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres bang li rêberên Koreya Bakur kir ku dawî li provokasyonên xwe bînin.
Sekreterîya Giştî ya NY bi daxuyanîyekê da zanîn ku Koreya Bakur, biryarên Civata Ewlekarîya NY binpê dike û bi kiryarên wê girjîya li herêmê gurtir dike.
Sekreterîya NY, di daxuyanî de bo ceribandinên Koreya Bakur got ku ‘’bêarî’’ ye û bang li civaka navneteweyî kir ku di vê mijarê de bibin yek.
Cîgirê Sekreterê Giştî yê NY Miroslav Jenca jî dîyar kir ku xencî metirsîya muşeka Koreya Bakur ya di qada leşkerî de, divê bîragiştî di alîyê mirovî jî bala xwe bide ser fikaran. Jenca da zanîn ku NY jibo parastina sîvîlên li herêmê dê roleke krîtîk bilîze.
Jenca derbarê muşeka Koreya Bakur agahîyên teknîk jî da. Wî dîyar kir ku muşeka Koreya Bakur 39 deqîqe li firîyaye û 933 kîlometre rê çûye.
Jenca da zanîn ku muşek berî li Behra Japon bikeve, bi jor de 2802 kîlometre rê çûye û got ku ger ku ji rêgehe din bi taktîkeke din bifire dikare 6700 kîlometre rê here û bibe muşekeke navparzemînî.