Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî: Divê li Lîbya Agirbesta Mayînde Çêbe


Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî bernivîsa Brîtanya ya ser agirbesta Lîbya bi 14 dengan pejirand.

Di dengdanê de, bi tenê Rûsya bêlayen ma.

Li gor biryara Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî dê li Lîbya bê ku ti şertên pêş hebin agirbest çêbe.

Di bernivîsê de fikara ser leşkerên bi pereyan yên li Lîbya yên zêde dibin hatibû nivîsandin. Rûsya hewil da ku wê gotinê bi ‘’çekdarên terorîst yên bîyan’’ re biguherîne, lê bi ser neket.

Bi biryara Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî, komîsyona leşkerî ya hevbeş, ku meha borî hatibû avakirin, dê xebatên bo agirbesta mayînde bidomîne.

Ew komîsyon roja Şemîyê li Cenevrê kom bûbû, lê ji civînê ti encam derneketibû.

Alîyên şerker yên li Lîbya û hêzên navneteweyî di 19’ê Çileyê de li Berlîn ya paytexta Almanya kom bûbûn.

Şerê navxweyî ya Lîbya di sala 2011’an de destpê kiriye û hewildanên lihevkirin û aştîyê hîn tam bi ser neketine.

Rojavayê Lîbya di bin kontrola hikûmeta Fayez El Sarac de ye û li rojhilata wî welatî jî hêzên General Xelîfe Hafter çalak in

XS
SM
MD
LG