Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîyek bi Tawana Alîkariya Dewleta Îslamî Wek Sekvan û Rahêner Tê Sûcdarkirin


Ruslan Maratovich Asainov di daniştineka dadgehê de li New Yorkê
Ruslan Maratovich Asainov di daniştineka dadgehê de li New Yorkê

Bazirganekî berê yê borsayê li New Yorkê ku bû çekdarê "Dewleta Îslamî" Sêşemê hat sûcdarkirin ku ew sekvan û rahênerê girûpa tundrew bû di dema desthilatdariya wê ya hovane de li Sûriyê û Iraqê.

Dadgehkirina Ruslan Maratovich Asainov, welatiyekî Amerîkî yê bi eslê xwe Qazaxistanî ye, ew ya herî dawî bû di rêze dozên li dijî kesên ku hatine sûcdarkirin ku ji warên xwe derketine li çaraliyê cîhanê da ku beşdarî çekdarên Daişê bibin.

Dozgerê Amerîkî Breon Peace li Brooklyn, di daxuyaniyekê de got: “Biryara îro li salona dadgehê ya Amerîkî serkeftinek e ji bo sîstema me ya dadweriyê” û li dijî rêxistina Dewleta Îslamî. Parêzerên Asainov ti daxuyanî nedan.

Jina wî ya berê şahidî kir, ku Asainov di sala 2009an de bû misilman û dûv re dev ji karê xwe berda û dest bi temaşekirina xutbeyên radîkal ên serhêlê kir. Wî di Kanûna 2013an de ji nişka ve malbata xwe li Brooklyn hişt û çû Sûriyê dema ku DAIŞ bi ser ket.

Dozger Douglas Pravda ji dadweriya dadgeha federal a Brooklyn re di argumana girtinê de got, “Bi belgeyan derket ku di encama reftarên tawanbar de kesin mirine. Wext e ku ew berpirsiyar were girtin."

Asaînov, 46 salî, îfade neda, ji dadgehê re got ku ew "ne beşek ji vê pêvajoyê ye."

Parêzerên wî red nekirin ku ew çûye Sûriyê û tevlî girûpa Dewleta Islamî bûye, lê wan got tiştek piştrast nake ku kesek ji ber reftarên wî miriye.

Asainov di demeke kin de ji aliyê hêzên bi piştgirîya Amerîka ve hat girtin û radestî rayedarên Amerîkî hat kirin. Dema ku ajanên FBI jê pirsîn, wî karê xwe wek "sekvan" da û eşkere kir wî çawa kesên din fêr kirin, û diyar kir ku wî karibû sê saet li ser nîşanekê derbas bikirana, li gorî vîdyoya ku di dadgehê de hate nîşandan.

Wî her weha di peyam û bangên ji Sûriyê de ji hevalên xwe re û jina berê ya ku wî li dû xwe hiştibû peywendî dikirin, li gorî belgeyên dadgehê.

Piştî girtina wî, Asayînov yê dilgiran di dadgeha xwe de ragihand ku ew "welatiyê Dewleta Îslamî ye, ne welatiyê Amerîkayê ye", û karbidestên girtîgehê got ku wan resmeke bi destan a ala mîlîtanan di hucreya wî de dît.

Wî li ser têlefonên tomarkirî yên girtîgehê ji dayika xwe re got ku kurê wê êdî nemaye.

Çavkanî: AP

XS
SM
MD
LG