Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li New York'ê Ahenga Serê Salê Pêk Tê Tevî Zêdebûna Pêketinên COVID-19


Tevî zêdebûna hejmara pêketîyên COVID-19’ê li bajêr û seranserê Amerîkayê, şaredarê New York’ê Bill de Blasio ragihand ku ewê pîrozbahîyên serê salê li meydana Times Square werin lidar xistin.

“Em dixwazin nîşan bidin ku em bi pêş ve diçin, û em dixwazin ji cîhanê re nîşan bidin ku bajarê New York’ê di ber xwe de dide,” de Blasio ji televizyona NBC re got.

Sala borî pîrozbahîyên navdar yên meydana Times Square jiber pandemîya koronayê hatibû qedexe kirin. Lê îsal karbidestên New York’ê biryar da ku hejmareke biçûk ji kesên vaksînkirî dikarin beşdarî ahengê bibin.

Hêjayî gotinê ye ku jiber cureya nû ya vîrûsa hejmarên bilind yên pêketinên COVID-19 li seranserê Amerîkayê hatine tomar kirin. Li New York’ê bi tenê roja Sêşemê 39,500 kes bi vê nexweşîyê ketin.

XS
SM
MD
LG