Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kesekî Regez Afganî Bergomanê Peqina New York Tê Dîtin


Wêneyê Ahmad Khan Rahami
Wêneyê Ahmad Khan Rahami

Pişka polîsên New York, roja duşemê ragihand ku ew hewil didin kesekî 28 salî yê ji regez Afganî bibînin, yê wek bergomanê peqîna êvariya roja şemiyê ya Manhattan ya New York tê dîtin.

Çavkaniyên Polîsê Fedral yê Amerîka FBI didin zanîn ku, welatiyê Amerîkî Ahmed Khan Rahami yê ji regez de kesekî Afganî li Amerîka mezin bûye û li Afgansitanê hatiye dinê dibe têkiliya wî bi peqîna bombeya li New Yorkê hebe, Rahami li herêma New Jersy dijî, pisporên yasayî didin xuyakirin ku dibe bandora gropên milîtanên radîkal liser Rahami hebe, jiber hebûna şer û pevçûnên li welatê wî li (Afganistan)ê .

Gotebêjê polîsê New York J.Peter Donald bi riya hesaba twîtera xwe da eşkerakirin ku Ahmed Khan Rahami zilamekî 28 salî, niha li wî tê gerîn, jiber têkiliya wî ya bi peqîna bombeya Chelsea li herêma Manhattan ya New York ê.

Di 12 seatan de peqîn li New York çêbû, herweha li Minnesota êrîşî sivîlan hatkirin û li New Jersey ku, herêma malbata Rahami li wir dimîne li êstgeha trênê ya Elizabeth gelek aletên taybet jibo peqînan hatine dîtin.

FBI lêgerînan berdewam dike da ku bide zanîn sedî sed peqîna New York têkilî bi terora navnetewî heye yan na.

Wek tê zanîn êvariya roja şemiyê peqînek li herêma manhattan ya New York ê pêhakt bû, di encam de 29 kes birîndar bibûn, heta niha saziyên ewlekariya lêkolînan berdewam dikin da ku êrîşkar bihên destnîşankirin.

XS
SM
MD
LG