Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reaksiyonên Navnetewî li Hemberî Êrîşa New Zealand Ya li Dij Misilmanan


Mizgefta ku Êrîş lê pêkhatî li Christchurch - New Zealand
Mizgefta ku Êrîş lê pêkhatî li Christchurch - New Zealand

Piştî ku êrîşên çekdarî lii Christchurch ya li rojhilata New Zelanda li dijî du mizgeftan pêkaht, nerazîbûn û xembariyên navnetewî tên berdewam kirin

Serokên cîhanê roja Înê xembariya xwe li hember êrîşa li New Zelanda dan diyarkirin ku di wê êrîşê de 49 kesên misliman hatine kuştin û nêzî 20 kes birîndar bûne.

Serokê Amerîka Donald Trump bi rêya twîterê got "piştevaniyek gerim û hêviyên baş"bo gelê New Zeland dixwazim, Trump dîsan dinivîse"49 kesên bê tawan herwe hatin kuştin û gelek jî birîndar bûne û birîna wan girane, Amerîka bo her alîkariyeke ji dest bihê amadeye û li pişt New Zelanda radiweste, xûdê hemûyan biparêze".

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan got"eva dawî mînakek din ya nijadperstî û dijî Îslamê ye".

Polîsên New Zealanda dîyar dikin ku di êrîşan de 49 kes hatine kuştin. Êrîşên li mizgeftên bi navê Al Nour û Linwood, dema nimêja Înê encam dida.

​Berî daxuyanîya polîsan, Serokwezîra New Zealand a Jacinda Ardern dabû zanîn ku di mizgeftekê de 30, di ya din din de jî 10 kes hatine kuştin û pirtirê 20 kesan jî bi giranî birîndar bûne.

Qirlaîça Brîtanya xanim Elizabeth II, di peymaekê de bo hikûmeta New Zealand got "bûyera li Christchurch pêkhatî xembarîyek gelek mezine' Elizabeth beşdarîya xwe di xema giran ya kes û kar û malbatên qurbaniyan de diyar kir û got"ev demek trajîdîye û hizir û dûayan xwe bo hemû xelkê New Zealand pêşkeş dike'.

Şaredarê Londonê Sadiq Khan got"Ji bo zêrevaniya mizgeftan li metropolan dê çavên polîsan di vekirî bin" herweha Khan got "gelê London piştevaniya xwecihên Christchurch dike jibo li hember va êrîşên terorîstî yên bitirs rawestin'.

Komîsraê Yekêtiya Ewrûpa Jean-Claude Juncker ji aliyê xwe ve di twîtekê de got"ev tirs û xemek giran e" û Yekêtiya Ewrûpa her tim dê li gel New Zealand a raweste û li dij wan kesan be, yên ku dixwazin civakên me û jiyana me wêran bikin".

Vatîkanê bi rêya telegramê li şûna Papa Francis xembarîya xwe bo qurbaniyan şand û got "xembar'yek mezine ku ewqas qurbanî hatine dan ji sedema şîdetkarîyek bê wata li her du mizgeftên Christchurch, tekez dikim bo hemû xelkê New Zealand a bi taybet bo civaka misilman piştevaniyek ji dil bo wan diyar dikim jiber êrîşa pêkahtî".

Herweha Serokatiya Ezherê, serokên welatên Misliman, Ewrûpa piraniya berpirsan li cîhanê êrîşa li ser du mijgeftan li Christchurch ya New Zealand şermezar dikin û xembariya xwe diyar dikin.

XS
SM
MD
LG