Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî 102 Rojan Pêketineke Nû ya Korona li New Zealand Hate Dîtin


Serokwezîra New Zealand Jacinda Ardern bi preskonferansekê pêketinên nû yên korona eşkere kirin.

Ardern dîyar kir ku li Aucklandê, ku bajarê herî mezin yê New Zealand ye, ji malbatekê 4 kes bi vîrusa korona ketine.

Endamên wê malbatê di demeke nêz de ji New Zealand derneketine, loma hîn nayê zanîn ku vîrusa korona ji kê derê bi wan ketiye.

New Zealand bi tedbîrên tund yên dijî vîrusa korona hejmara pêketinên nû daxistibû sifirê û karên aborî yên wî welatî jinûve destpê kiribûn.

Berî 4 pêketinên dawî, 22 kesên bi vîrusa korona ketine di vegera ji derveyî welêt de hatibûn tespît kirin û ew kes li navendên karantînê hatibûn bi cîh kirin.

Xanim Ardern neda zanîn ku ewê ser pêketinên nû yên vîrusa korona tedbîran ragihînin yan ne.

XS
SM
MD
LG